Kombenên “Peymana Rastiyê û Dadmendiyê”, bi lêmiqatebûn û ji nêzîk ve, gotarên nûnerên Desthilata Sûriyê, derbarê avakirina “Desteyeke Neteweyî bo Windabûyan li Sûriyê” dişopînin, pîroz dikin, û berbiçav dikin ku ev desteya nû bi awayekî birêkûpêk û berpirsyartî kar bike, da ku çarenûsa tevahiya windabûyan diyar bike, û dadmendiyê pêk bîne.
Em di “Peymana Rastiyê û Dadmendiyê” de dibînin ku çareserkirina kêşeya windabûyan li Sûriyê dê nebe, beyî alîkarî û beşdarbûna kombendan û malbatên qurbaniyan di teavhiya qonaxên kar de, û her di çarçoveya avakirina desteyke wiha de, divê ku daxwazên wan ji bo rastiyê û dadmendiyê armanc bigre, û ji bo pîkanîna dadmendiya veguhestî tevbigere.
Em herwiha tekez dikin ku hevbeşbûna di navber Desteya Windabûyan û Desteya Dadmendiya Vegûhestî de, ne tenê bijartineke, lê belê pêwîstî ye, ji bo hemahengiyê di navbera proseyên derxistina rastiyê, lêpirsînê, sivikirina ziyanê, qerebûkirinê, û vejandina bîranînê de. Lewre em tekez dikin ku divê hevrêzî di navbera herdu desteyan de çê bibe, û bi hevdestî kar bikin.
Herwiha em bang dikin ku divê desteya nû bi “Desteya Neteweyî ya Serbixwe bo Windabûyan Li Sûriyê” re hevrêz û alîkar be, ji ber ku ev desteya giêdayî Neteweyên Yekbûyî (UN) berhema ked û xebata malbatan û qurbaniyên windabûnê ye, lewre divê ku neyê paşguhkirin, lê belê piştevaniya wê bê kirin, û zanyarî û karînên wê û yên desteya niştîmanî tevde ji bo derxistina rastiyê bixebitin.
Em bawerin ku dadmendî dê pêk neyê, beyî çareserkirina sedemên ku hiştin tawanên binçavkirinê û windabûna beçareyî encam bidin, da ku ev binpêkirin dubare nebin. Ji bo vê armancê, pêwîste ku jêrxaneiya yasayî ya heyî bê saz kirin, û rewşen windabûnê bên tevlêkirin û danasîn. Herwiha astengiyên li pêş derxistna rastiyê, gihiştina zanyariyan, û cihên veşartinê û binaxkirinê, bêne rakirin.
Em di vê çarçoveyê de, dubare didin zanîn ku nebûna dadmendiyê, şerê di hest û bîrewera giştî de dadayî dihêle, lewre em tekez dikin ku mafê naskirina rastiyê, lêpirsînê û sizakirinê, û sivikirina ziyanê, stûneke bingehîn e ber bi aştiya navxweyî û lihevkirina niştîmanî ve, û dê derfetê bide civakê û hemwelatiyên Sûriyê ku birînên wan derman bibin, wiha dê dadmendî bibe alavek hevgirtina civakî, û pêkanîana aramî û aştiyê.
Di encamandina vê pêşveçûnê de, Peymana Rastiyê û Dadmendiyê tekez dike ku beşdariya kombendên qurbaniyan û malbatên wan di tevahiya xebatên girêdayî avakirina Desteya Windabûyan, ne tenê pêwîstî ye, lê belê mafê wan e, ji danûstendinên bingehîn, pilandanînê, û ta bi avakirina Desteyê û girtina biryaran, lewre divê rola wan -wekî xwediyê maf- neyê paşguhkirin.
Li dawiyê, em di “Peymana Rastiyê û Dadmendiyê” de, bi zanîn û ezmûnên xwe, û nerîn û toreyên xwe, piştevaniya gavên niştîmanî bo derxistina rastiyê, lêpirsînê, û pêkanîna dadmendiyê dikin, û dubare bibîr tînin ku paşguhkirina rola malbatên qurbaniyan dê bibe sedema derengmayîna dadmendiyê û avakirina aştiyê, û têkbirina armancên avakirina vê desteyê.
Peymana Rastiyê û Dadmendiyê