Pênc sal di ser êrîşa Tirkîyayê ya leşkerî ya bi navê “Kanîya Aştîyê” re derbas dibin ku di 9ê Çirîya Pêşîn a sala 2019an de li jêr behaneya çêkirina “devereke ewle” pêk hat û di encamê de herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî ji hêla Tirkîyayê ve hatin dagirkirin. Berevajî gotinên rayedarên Tirkîyayê, piştî dagirkirinê, aştî, ewlehî û aramî li her du deveran ji holê rabûn û her du dever heta roja îroj li jêr sîya binpêkirin û tunebûna qanûnê dijîn.
Êrîşên Tirkîyayê yên wê demê bûn sedema koçberkirina /200/ hezar şênîyên resen ên her du deveran. Di wan êrîşan de, Tirkîya û çekdarên girêdayî wê yên ku li jêr sîya “Artêşa Sûrîyayê ya Niştimanî” şer dikin; xanîyên bajêr bê ser û ber dan ber topan û mal û mewdayên hemû pêkhatîyên xelkê resen ê deverê, nemaze yên Kurdan, bi rengekî sîstematîk talan kirin. Paşê, çekdarên opozîsyona Sûrîyayê rê nedan bi sedan malbatên koçberkirî ku vegerin cih û warê xwe û mal û milkên xwe vegerînin.
Hîn jî bi dehhezaran şênîyên resen ên deverên dagirkirî bi darê zorê koçberkirî ne û di rewşeke mirovî ya pir zehmet de li nav kamp û penagehên kêmderfet û kêmalîkarî dijîn. Jixwe ajansên navdewletî jî xwedî li van kamp û penagehan dernakevin û destê alîkarîyê dirêjî wan nakin. Li gor nirxandinên rêxistinên xwecihî yên serbixwe yên li Sûrîyayê, zêdeyî %85ê xelkê Serê Kaniyê hîn koçberkirî ye, hejmara Kurdan ji 75 hezar kesî daketiye 50 kesî bi tenê û hejmara Ermen, Suryan û Êzidîyên ku li Serê Kaniyê mane jî ewqasî kêm e ku li ser tilîyên destan tên hejmartin. Wekî din, bi hezaran malbatên penaber ên ji deverên din ên Sûrîyayê û bi dehan malbatên Iraqî yên ku di nav wan de malbatên daişîyan jî hene, di malên şênîyên xwecihî yên resen ên koçberkirî de hatine bicihkirin. Jixwe Tirkîyayê wekî din jî bi eşkeretî hewl dide mîlyonek penaberên Sûrîyayê li wan deveran bi cih bike.
Desthilatîya Tirkîyayê û komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Opozîsyona Sûrîyayê binyata demografîk û çandî ya deverê bi rêya koçberkirina bi darê zorê diguherin, hin komên din ên mirovan di malên şênîyên resen ên deverê de bi cih dikin û siyaseteke eşkere ya tirkîkirinê dimeşînin. Ev kirin û hewldanên li dij şênîyên resen tawan in, li gor qanûna navdewletî û qanûna navdewletî ya mirovî cihê hesabgirtin û lêpirsînê ne û dikevin çarçoveya guhertina gelemper a nasnameya herêmê.
Di nava pênc salên borî de, Tirkîyaya ku dest danîye ser hemû alîyên leşkerî û sivîl ên deverê, bi tu rengî xwe nade ber barê berpirsyarîyên xwe yên li gor qanûna navdewletî ya mirovî û tu gavên berbiçav û jidil ji bo parastina sivîlan an başkirina rewşa heyî naavêje. Berevajî vê yekê, Tirkîyayê çavên xwe ji binpêkirinên berfireh ên komên çekdar ên “Artêşa Sûrîyayê ya Niştimanî” re digire. Ji ber vê sedemê jî, tawanên talan, kuştin û revandinê berbelavtir dibin û êdî tunebûna darizandin û hesabgirtinê, binpêkirinan kûrtir dike û êş û derdên xelkê deverê girantir dike.
Ji ber ku Tirkîya hêzeke dagirker e, gerek ew pabendî madeya 43yan a rêziknameyên Laheyê yên sala 1907an û Peymana Cenevê ya Çarem a sala 1949an bibe. Li gor vê yekê, divê Tirkîya hemû bergirîyên pêwîst ên di çarçoveya desthilatîya xwe de bigire da ku pergala giştî û silmatîya giştî biparêze û misoger bike.
Di çarçoveya vê pabendîyê de, divê rêz li rêgezên qanûna navdewletî ya mafên mirovan û qanûna navdewletî ya mirovî ya derbasdar bê girtin, erdên xelkê yên dagirkirî ji kirinên tundûtûj bên parastin û alîyekî sêyem çavên xwe ji vê tundûtûjîyê re negire.
Tirkîyayê di 17ê Çirîya Pêşîn a sala 2019an de peymaneke agirbestê li gel DYAyê îmza kir. Çend bendên wê peymanê balê dikişînin ser “sozdarîya di warê parastina mafên mirovan û civakên dînî û nijadî de, misogerkirina silametî û jîyanxweşîya hemû şênîyên devera li jêr hikimdarîya Tirkîyayê û avêtina hemû gavan bi rengekî pir baldar da ku ziyan negihêje sivîlan û binesazîya sivîl.” Lê dîsa jî Tirkîyayê xwe neda ber berpirsyarîyên xwe yên li hember xelkê û ji binpêkirin û tawanên berfireh ên di dema êrîşê û piştî wê de dûr sekinî. Vê yekê jî kirinên talan, şêlandin, kuştin, revandin û girtinên neqanûnî pir zêde kirin.
Li gor rêxistinên ku ev daxuyanî îmza kiriye, daxwazên herî lezgîn ew in ku dawî li dagirkirinê were, şênîyên koçberkirî vegerin cih û warê xwe û kesên ziyandîtî di nava pêvajoyeke hesabgirtin û dadmendîyê de bên qerebûkirin. Bêyî ku qurbanî bigihin mafên xwe û rê li ber dubarekirina wan tawanan were girtin; pêkanîna lihevkirineke aştîyane ya mayînde ne pêkan e. Di vê bîranîna biêş de, em careke din teqez dikin ku doza Serê Kaniyê û Girê Spî dozeke Sûrîyayê ya mirovî û niştimanî ye û ji bo xelkê deverê yê koçberkirî xwedan giringîyeke mezin e, ji ber ku ev xelk çav li rê ye ku rojekê berî ya din vegere warê xwe û azad û ewle lê bijî.
Li gor şirovekirina derbasbûyî, em -rêxistinên ku ev daxuyanî îmza kiriye- doza van daxwazên jêrîn dikin:
- Ji Neteweyên Yekbûyî û Encumena Navdewletî ya Ewlehîyê: Bidawîkirina dagirkirinê û misogerkirina vegera ewle, dilxwazî û birûmet a koçberan. Ev veger jî divê li gor pîvanên Neteweyên Yekbûyî be û mafên wan misoger bike. Her wiha gerek kampên koçberan bi rengekî fermî bên naskririn û desteka hewce bo wan were pêşkêşkirin da ku êş û azarên wan sivik bibin.
- Ji Hikûmeta Amerîkayê: Gerek DYAyê cihbicihkirina peymana agirbestê misoger bike û Tirkîyayê neçarî pabendîya bi wan bendên peymanê bike yên girêdayî parastina sivîlan û sizakirina komên çekdar ên ku mafên şênîyên sivîl binpê dikin û tawanan li dij wan dikin. Her wiha divê DYA destekê bide vegerandina şênîyên ku bi darê zorê hatine koçberkirin û destekê bide koçberên li kampan.
- Ji Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe û Sazgêrîya Navdewletî ya Bêalî – IIIM: Gerek raporeke taybet der barê binpêkirinên mafên mirovan li deverên jêr serwerîya Tirkîyayê de biweşîne û lêpirsînên binyatî û bingehîn der barê binpêkirinên li wan deveran bide meşandin.
- Ji Hikûmeta Tirkîyayê: Divê Tirkîyaya ku li wê deverê hêzeke dagirker e, xwe bide ber berpirsyarîyên xwe û kiryarên tawanane yên çekdarên komên girêdayî xwe rawestîne. Her wiha divê Tirkîya demekê bo bidawîkirina dagirkerîya xwe destnîşan bike da ku xelkê deverê bi rengekî ewle vegere warê xwe. Wekî din, gerek Tirkîya nema ava li deverên dagirkirî wekî çekekê li dij xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi kar bîne.
- Ji Yekîtîya Ewropayê: Divê YE destekê bide projeyên ku barê kesên koçber ên ku li kamp û penagehan rûdinin sivik bikin. Her wiha divê zextê li Tirkîyayê bike da ku nema destekê bide komên çekdar ên ku tawan û binpêkirinan li dij xelkê van deveran pêk tînin û tawankar û binpêkeran di nava pêvajoyeke hesabgirtin û dadmendîyê de darizîne, çimkî bêyî ku qurbanî bigihin mafên xwe, pêkanîna lihevkirineke aştîyane ya mayînde ne pêkan e.
Navên rêxsitinên îmzaker li gor rêzkirina alfabetîk:
- Accountability Advocates Organization
- Act for Afrin
- Adil Center for human Rights
- Afrin Platform
- Afrin Social Association
- Al Ahd
- Al Diyar Society
- Al Ghaith Development
- Al Nawras Development Organization
- Al Zajel
- Amal Al Furat Org
- Ambassadors Association for People with Disabilities
- Analysis and Strategic Studies Organization (ASO)
- Anwar Algahd
- ARAS Association
- Areej Organisation
- Artis Team for Arts, Culture and Children
- Ashna Development Organization
- ashti center
- Aso News network
- Bader Organization for Community Development
- Baladna
- BALLOON
- Bridges of Peace
- Bukra Ahla Association for Relief and Development
- Center for Research and Protection of Women’s Rights
- Centerofliertiesbefense
- Chaushka Women’s Association
- Cloud Org
- Community Solidarity Organization
- DAN for Relief and Development
- Dar Association for the Victims of Forced Displacement
- Das Leben
- DemoS
- Development Seeds Centre
- Dijla Organization for Development and Environment
- DOZ Organization
- Dya Al Aml
- Edraak Organization for Development and Peace
- Ella organization for development and peace building
- Emaar Al Mansura
- Engineering for Services
- Enlil Center
- Environmental Protection Association
- Ezdina Organization
- Fajr
- Foor Them
- Future Makers Team
- Hevy for relief and development
- HLD
- Hope Makers
- House of Citizenship Organization
- Human rights organization Afrin – Syria
- Human Rights Organization in Syria
- Humanitarian and Development Cooperation – HDC
- Insight Organization
- Jian Humanitarian Organization
- Jiyan foundation for human rights
- Kobani for Relief and Development
- Kurdish Cultural Association in Geneva
- Lamasat Al Khair Association for Relief and Development
- Lêlun Association for Victims
- Lights For Development And Construction
- Lots Association
- Malva Organization for Arts, Culture and Education
- Mary for culture
- Mawj for Development
- Missing Persons’ Families Platform in North and East Syria (MPFP-NES)
- Nabd Team
- Nasmet Amal
- NES -LNGO- Platform
- Nour Al-Huda Charity Association
- Nowat organization
- Nûdem
- Nudem Organization
- Nujeen Association of Community Development
- Okaz
- Organization “Swaedna for Relief and Development
- Orgnaization of Zagon
- Orient Association
- Oxygen shabab
- Peac Tent
- Peace land organization
- Peace Pioneers
- PEACE SHE LEADER NETWORK
- PÊL- Civil Waves
- Purity
- Raja Organization for Relief and Development
- Ras Al-Ayn Platform
- RÊ for rehabilitation and development
- Reng for Development
- Restoring Hope
- Rights Defense Initiative- RDI
- Rojava Relief and Development Organization
- Rose
- Sahem Organization for Cooperation and Development
- Salam Organization
- Sanad Humanitarian Organization
- Sara Organization to Combat Violence Against Women
- Sawaeed Organization for Development
- SCSD
- Shamal Charitable Society
- SHARE FOR COMMUNITY DEVELOPMENT
- Silav Organization for Civil Activities
- Small Dreams Group
- SMART Center
- Stability Support Center.
- Synergy Association for Victims
- Syriac Cross Organization for Relief and Development
- Syrians for Truth and Justice – STJ
- Syrin Help Organization
- Taa Marbouta
- Tara Organization
- The Committee for the Displaced of Serêkaniyê /Ras al-Ain.
- Tree of Life Development Organization
- Warshin AssociatiOn Of Environment
- Weqaya Association
- Wheat & Olive Platform
- White Hope Organization
- White Human Organization
- Women for Peace
- Women Initiatives
- Youth for Change
- Zameen for Development and Peace Building
- Zhrat Al Furat Org
- Zorana for Development