Bi destpêkirina qonaxa derbasbûnê li Sûriyê piştî rûxîna rêjîma Esed re, mijara kesên windabûyî piştî salên zordarî û tûjiyê, û paşguhkirina bi zanebûn derbasî qonaxeke nû bû. Ev mijar bûye yek ji mijarên lezgîn ên di rojeva Disthilata demkî de, ku ji bo naskirina mafên qurbanî û malbatên wan dest bi pêngavên destpêkê kiriye, bi ragihandina avakirina avahiyên neteweyî yên pispor, hin komeleyên qurbanî tevlî polîtîkayên çeşnandina rastiyan û pêkanîna dadmendiyê bûne.
Di vê qonaxê de Komeleyên qûrbaniyan hewl didin ku binpêkirinan belge bikin û nûnertiya dengên qurbaniyan di komcivînên neteweyî û navneteweyî de pêk bînin, Ew ber bi navkirina prensîpên dadmendiya veguhêz ve dimeşe, berî her tiştî mafê rastî û lêpirsînê, di nava bernameyên dadmendiya demkî ya neteweyî de. Her wiha daxwaza misogerkirina qerebûkirina qurbaniyan û malbatên wan bi rêya tazmînata manewî û madî û her wiha desteka derûnî û civakî dikin ku ji nû ve rûmetê vegerînin û rê li pêşiya dubarebûna binpêkirinan di pêşerojê de bigirin.
Li gel van geşedanên erênî jî, ji bo eşkerekirina rastiyê û pêkanîna dadmendiya berfireh hê jî rêyeke dirêj heye, ji ber ku gelek gorên komî bê kifş dimînin, arşîvên saziyên ewlekariyê bi temamî nehatine vekirin û malbat jî ji ber kêmasiya agahiya der barê hezkiriyên xwe yên winda de êşên xwe didomînin. Ji ber vê yekê rola komeleyên qurbaniyan ne tenê di daxwazkirina mafan de, lê di avakirinê de jî, bi rêya beşdariyeke çalak di avakirina Sûriya nû de, navendî dimîne.
Hûn dikarin Têgihiştina Giştî (12 Rûpel) bixwînin.
Ev belge bi desteka dêranî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê hatiye amadekirin. Naveroka vê belgeyê bi tevahî berpirsiyariya Navenda Sûrî ya Ragihandînê û Azadiya Ragihandinê ye, û bi hîç awayî nabe ku wek helwesta Yekîtiya Ewropayê bê diyar kirin.
